TR KU AR
FB X IG
Tirkiye

Baroya Wanê: Me xwe ji doza Rojîn Kabaîş venekişand

📅 03 tîrmeh 2026 18:32
Baroya Wanê ku berê ragihandibû ew ji doza Rojîn Kabaîş vekişiyaye, daxuyaniyeke nû belav kir. Serokê Baroyê Sînan Ozaraz got: "Baroyê tu carî ji vê dozê venekişiyaye dê vê dozê bişopîne."

RûpelNews - Serokê Baroya Wanê Sînan Ozaraz,  derbarê doza Rojîn Kabaîş a xwendekara Zanîngeha Wanê ya Yuzuncu Yilê bû ku di sala 2024an de cenazeya wê hatibû dîtin, daxuyaniyekê da.

Bavê Rojîn Kabaîş, Nîzamettîn Kabaîş jî beşdarî konferansa çapemeniyê ya ku li Baroya Wanê hat lidarxistin bû.

Serokê Baroya Wanê: Em dê doza Rojînê bişopînin

Serokê Baroyê Sînan Ozaraz diyar kir ku bûyera derbarê bavê Rojîn Kabaîş Nîzamettîn Kabaîş de, bi awayekî şaş hatine belavkirin û da zanîn îdiayên ku dibêjin Baroya Wanê ji dozê vekişiyaye, rastiyê nîşan nadin.

Ozaraz ragihand ku ji ber ku ev têkiliya baweriyê nemabû, vekêşan li gorî qanûnên ku pîşeya hiqûqî birêve dibin bi dawî bûye, wate wekaletî hatiye betalkirin û wiha got: "Baroya Wanê dê bi heman biryardariyê li ser doza Rojîn Kabaîşê bişopîne. Em ê têkoşîna xwe ya hiqûqî ne tenê di vê dozê de, lê di hemû lêpirsînên derbarê binpêkirinên mafê jiyanê yê jinan û mirinên bi guman de jî bidomînin."

Li gor gotina Ozaraz, di bûyera Rojînê de îhmalkariyên mezin ên rektorê zanîngeha li Wanê jî heye ji bo vê yekê serî li saziyên pêwendîdar dane û lêpirsîn hat destpêkirin ku hê jî ev lêpirsîn berdewam e.

Bavê Rojînê: Em ji Baroya Wanê xeyîdî bûn lê me ev li dû xwe hişt

Nîzamettîn Kabaîş ê bavê Rojînê jî daxwaza dîtina kujerên keça xwe kir û wiha axivî: "Daxwaza hevpar a Baroya Wanê û ya me hemûyan ew e ku kujerên keça min Rojin bên dîtin. Niyeta me tune ye ku em bi hev re bikevin pevçûnê. Hestên dijwar û hêrs hebûn, lê em hatine vir da ku hin tiştan rast bikin. Ew hestên dijwar derbas bûne; ew li paş me mane. Em li pey kujerên Rojinê ne, û em ê bi hev re bixebitin. Em ê li gel Baroya Wanê û Baroya Diyarbekirê, û her wiha li gel parêzerê me yê nû Abdurrahman Karabulut, têkoşîna vê yekê bidin."

Bûyera Rojîn Kabaîş

Rojîn Kabaîş xwendekara Zanîngeha Van Yuzuncu Yilê bû ku di 27ê Îlona 2024an de ji yûrda xwe ya xwendekariyê derket û paşê cinazeya wê 18 roj şûnde, di 15ê Cotmehê de hat dîtin.

Li ser laşê Rojîn Kabaîş şopa DNAyê ya du mêran hat dîtin. Malbata wê bawer dikin keça wan hatiye kuştin, îdiayên xwekuştinê red dikin û daxwaza lêkolîneke berfirehtir a li ser dozê dikin.

Di daxuyaniyeke ku çend roj berê hatibû dayîn de Nîzamettîn Kabaîş îdia kir ku Baroya Wanê ti xebateke baş nekiriye û delîlên heyî veşartiye, piştre hat ragihandin ku Baroya Wanê li ser daxwaza wî xwe ji dozê vekişand.
 

 

 

 

Parve bike: