Baroya Wanê ji doza Rojîn Kabaîş vekişiya
RûpelNews - Ji aliyê Baroya Wanê ve daxuyaniyekê hat belavkirin û hat destnîşankirin ku lêpirsîna li ser mirina Rojîn Kabaş ji roja yekem a bûyerê ve ji nêz ve dihat şopandin û ji bo tespîtkirina rastiyan û misogerkirina lêpirsîneke bibandor, hemû gavên yasayî yên pêwîst hatine avêtin.
Di daxuyaniya baroyê de bal hat kişandin ser barên ser milên Nizamettin Kabaş ê bavê Rojin Kabaş û hat ragihandin ji ber pêwendiyeke bi rêk û pêk bi malbatê re nayê danîn biryar hate dayîn ku baro xwe ji dozê vekşîne.
Malbata Kabaîş: Em dê dev ji doza xwe bernedin
Piştî daxuyaniya Baroya Wanê malbata Kabaîşê jî daxuyaniyekê belav kir û wiha hat gotin:
"Lêpirsîn niha berdewam e. Di vê qonaxê de, ji ber pirsgirêkên ragihandin û koordînasyonê di navbera me û Baroya Wanê de, her wiha ji ber cudahiyên nêrînan, desthilata parêzeriyê ya ku ji aliyê me ve hatibû dayîn hatiye betalkirin wate Baroya Wanê ji vê dozê hatiye dûrxistin. Doz niha ji aliyê tîmeke hiqûqî ve tê birêvebirin ku Baroya Diyarbekirê jî di nav de ye.
Malbata Kabaîş da zanîn bi rêyên hiqûqî dê hemû hewl û xebata xwe bidomînin û dê dev ji dozê bernedin.
Bûyera Rojîn Kabaîş
Rojîn Kabaîş a xwendekara Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê bû di 27ê Îlona 2024an de ji stargeha xwe ya xwendekaran derket û 18 roj şûnde, cinazeya wê hat dîtin.
Li ser bedena Rojîn Kabaîş hin şopên DNAyê yên du mêran hat dîtin. Fîkra malbatê ew e ku qîza wan hatiye kuştin û daxwaza lêkolîneke berfirehtir a li ser dozê dikin.