Jiyan
Banga rakirina ambargoyên ser Îran, Sûriye û Venezuelayê li NY hat kirin
PeyamaKurd – Ji bo rê li ber belavbûna vîrusa korona li wan welatan bê girtin, Rûsya, Çîn û 6 welatên din bang li Neteweyên Yekbûyî (NY) kir, cezayên aborî û ambargoyên li ser welatan yekalî bên rakirin.
Li gorî nameya wan wan welatan, ji Sekreterê Giştî yê NY António Guterres hatiye xwestin, “Bandora cezayên aborî yên hişk, pir zirarê dide tedbîrên rûbirûbûna vîrusa koronayê ku di nava van welatan de, Sûriye, Îran û Venezuela jî cihê xwe digirin.”
Di nameyê de, her 8 welatan bang li NY kir ku “bilez û bi temamî ev cezayên hişk û neqanûnî rabin.