Balyozxaneya Amerîkayê: Li cihê xwe bimînin
RûpelNews - Balyozxaneya Amerîkayê li Bexda hişyariya ewlehiyê ya lez ji bo hemwelatiyên xwe li Iraq û Herêma Kurdistanê belav kir.
Di daxuyaniyê de ji hemwelatiyan hat xwestin ku li cihê xwe bimînin, xwe nîşan nedin û ji cihên girseyî dûr bimînin.
“Li cihê xwe bimînin”
Wek sedem, çalakiyên komên çekdar, tevgera fuzeyê û balafirên bê mirov (ÎHA) di asmanê Iraqê de, û xetereya ku protesto bibin tundî hatin nîşandan.
Her wiha hate xwestin ku hemwelatî nêzîkî balyozxaneyê li Bexda û konsolosxaneya li Hewlêrê nebin.
Qada Kesk hate girtin
Hat diyarkirin ku li Bexda ji Qada Kesk hate girtin û xizmetên konsolosî bi demkî hatine rawestandin.
Rayedarên Amerîkayê gotin ku xetereyên ewlehiyê didomin û li gor pêşketinan dikare hişyariyên nû werin kirin.