Rojhilata Navîn
Êrîş li Balyozxaneya Amerîkayê li Bexdayê hat kirin
Hate ragihandin ku êrîşeke bi dronekê li derdora kompleksa Balyozxaneya Amerîkayê li Bexdayê pêk hatiye.
RûpelNews - Sîstemên parastina hewayî yên li Balyozxaneya Amerîkayê li Bexdayê vê êvarê firokeyeke bêfirokevan ku nêzîkî kompleksê dibû, xistin.
Çavkaniyeke ewlehiyê ku ji medyaya iraqî re axivî, ragihand ku sîstema parastina hewayî ya balyozxaneyê çend xulekan berî ku firokeya bêfirokevan bigihîje derdora kompleksê hatibû aktîvkirin û piştî hewldana hedefgirtina wê, firokeya bêfirokevan li nêzî avahiya balyozxaneyê hat xistin.
Di bûyerê de ti ziyanên canî an zirara madî nehat ragihandin.
Şeva borî jî li dijî balyozxaneyê êrîşeke dronî hatibû kirin.
Grupên milîşiya yên li Iraqê ku ser bi Îranê ne, berpirsiyariya van êrîşan li xwe digirin.