TR KU AR
FB X IG
Jiyan

Balyozê Amerîka yê Rûsyayê îstifa kir

📅 07 tebax 2019 17:25

PeyamKurd – Li gorî ragihandina medya Amerîkî Balyozê Moskowê yê Amerîkayê Jon Huntsman, nameya karvekêşanê ji Serokê Amerîkayê Donald Trump şandiye.

Rojnameya Salt Lake Tribune ku ya malbata Balyoz Huntsman e li ser rûpelên xwe nameya îstifayê ya bi dîroka 5ê Tebaxê belav kir.

Huntsman, di nameyê de spasiya Trump dike ku ew wekî balyozê Moskowê destnîşan kiriye û dibêje, “Ez bi rêz û hurmet radigihînim ku ezê ji 3yê Cotmeha 2019an pê de dest ji karê balyoztiya Moskowê bikişînim. Hêvîdarim ev dem têra destnîşankirin û karûbarên pesendkirina kesê were şûna min bike.”

Huntsman di dewamê de jî diyar dike ku herçiqas neliheviyên herdu welatan (Rûsya-Amerîka) zêde bin jî ti fêdeya ji nû ve destpêkirina her tiştî nîne û divê ew dîyalogeke bi tendurist berdewam bikin.

Parve bike: