Axios: Amerîka û Îran nêzîkî lihevkirinekê ne
RûpelNews - Li gorî raporeke Axiosê ku dezgeheke medyayê ya pêşeng a amerîkî ye, xwe dispêre çavkaniyên nenas ên agahdarê mijarê û hin berpirsên amerîkî ku DYA di nav 48 saetan de li benda bersiveke ji Îranê ye derbarê îmzekirina memoranduma lihevkirinê de.
Li gorî vê yekê, du berpirsên amerîkî yên ku îdia kirin ku rêveberiya Washingtonê nêzîk e ku memorandûmeke têgihiştinê ya yek rûpelî bi rêveberiya Tehranê re îmze bike ji bo bidawîkirina şerê bi Îranê re û ji bo danîna çarçoveyekê ji bo danûstandinên navokî yên berfirehtir, diyar kirin ku her çend heta niha ti lihevkirinek pêk nehatiye, ev ji destpêka şer ve nêzîktirîn asta ku alî gihîştine peymanekê ye.
Rewşa Tengava Hurmuzê
Her du berpirsên amerîkî anîn ziman ku biryara Serok Donald Trump a vekişîna ji 'Operasyona Azadiyê' ku wekî însiyatîfeke ji bo alîkariya keştiyên li Tengava Hurmuzê asê mabûn hatibû pênasekirin û pêşîlêgirtina hilweşîna agirbestiya demkî ya bi Îranê re, bi pêşketina di van danûstandinan de ve girêdayî bû.
Di raporê de hat gotin ku, di forma xwe ya niha de, memorandûma lihevkirinê destpêkirina heyameke danûstandinê ya 30 rojî ji bo gihîştina lihevkirineke berfireh a li ser bidawîkirina şerê li herêmê, jinûve vekirina Tengava Hurmuzê, sînordarkirina bernameya atomî ya Îranê û rakirina cezayên Amerîkayê, li xwe digire.
Du çavkaniyan diyar kirin ku ev hevdîtin dikarin li Îslamabadê, paytexta Pakistanê, an jî li Cenevreyê, Swîsreyê, pêk werin.
Berpirsekî amerîkî îdia kir ku di dema danûstandinên 30 rojî yên navborî de, astengiyên ku ji aliyê Îranê ve li ser derbasbûna keştiyan ji Tengava Hurmuzê hatine danîn û dorpêça deryayî ya Amerîkayê dê gav bi gav bên rakirin.
"Moratoryum dê herî kêm 12 salan bidome"
Hin çavkaniyan pêşniyar kirin ku moratortum a ku rawestandina bernameya atomî ya Îranê li xwe digire, dê herî kêm 12 salan bidome, lê hinên din jî pêşniyar kirin ku ew dikare 15 salan bidome.
Li gorî çavkaniyan, DYA dixwaze bendekê tê de diyar bike ku eger Îran di warê dewlemendkirinê de ti binpêkirinekê bike, dê moratoryum were dirêjkirin.
Berpirsekî amerîkî diyar kir ku alî li ser bendekê nîqaş dikin ku li gorî wê Îran soz bide ku tesîsên xwe yên atomî yên binê erdê nexebitîne û ku DYA dixwaze Îran soz bide ku pabendî rejîmeke çavdêriyê ya pêşketî bibe, ku teftîşên bêagahdarî yên ji aliyê mufetîşên Neteweyên Yekbûyî (NY) ve jî di nav de ne.