TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Pakîstan: Amerîka û Îran nêzîkî lihevkirinê ne

📅 11 tebax 2026 16:22
Wezîrê Parastinê yê Pakîstanê Khawaca Asif diyar kir ku danûstandinên di navbera Amerîka û Îranê de bi awayekî erênî dimeşin û tekez kir ku her du alî nêzîkî lihevkirinekê dibin.

RûpelNews - Wezîrê Parastinê yê Pakîstanê, Khawaca Asif, derbarê danûstandinên di navbera Amerîka û Îranê de daxuyanî da.

Asif got: "Anha rewş ber bi aştiyê ve diçin, her du alî nêzîkî gihîştina lihevkirinekê ne." Di heman demê de Asif tekez kir ku peymana parastinê ya sêalî ya di navbera Tirkiye, Erebistana Siûdî û Pakîstanê de ti eleqeya wê bi şerê Amerîka û Îranê re nîn e.

Wezîrê Karên Hundir ê Pakîstanê Nakvi çû Tehranê

Di vê navberê de, Wezîrê Karên Hundir ê Pakistanê Muhsin Riza Nakvi yê ku di danûstandinên di navbera Îran û Amerîkayê de navbeynkarî dike, ji bo hevdîtinên bi rayedarên payebilind ên Îranê re çû paytext Tehranê.

Ajansa Nûçeyan a Mehr a Îranê ragihand ku Nakvi ji bo hevdîtina bi rayedarên payebilind ên Îranê re çûye Tehranê.

Derbarê armanca serdana Nakvi yê navbeynkar, ti hûrgilî nehatin dayîn.

 

 

 

Parve bike: