Artêşa Îranê: Eger danûstandin bi ser nekevin, em ji bo şerekî demdirêj amade ne
RûpelNews - Berdevkê Artêşa Îranê Mihemed Ekremîniya di axaftina xwe ya li ser televîzyona dewleta Îranê de, nirxandina xwe ya li ser pêvajoya leşkerî û dîplomatîk anî ziman. Ekremîniya diyar kir ku rawestandina şer bi saya helwesta Îranê li ser aliyê din hatiye ferzkirin.
"Me aliyên din neçarî agirbestê kir"
Ekremîniya got, "Îranê, bi helwesta xwe ya biryardar, aliyê din neçar kir ku agirbestê qebûl bike. Mercên Îranê yên bingehîn û xalên sereke ya danûstandinan pêk tînin." Lêbelê, Ekremîniya tekez kir ku ew bi hişyarî nêzîkî pêvajoyê dibin û wiha lê zêde kir, "Em hêvî dikin ku danûstandin serkeftî bin, lê eger ew bi ser nekevin, em ji bo şerekî demdirêj jî amade ne."
"Bawerî bi aliyên din nayê"
Berdevkî, bi amajekirina li pêvajoya peymana navokî ya sala 2015an, kêmbûna baweriyê ya li hember aliyê din xist ber çavan. Ekremîniya got, "Aliyê din di dema pêvajoya peymana navokî de nîşan da ku ew ne pêbawer e. Wan di du gerên berê yên danûstandinan de jî helwesteke bi heman rengî girtibûn."
Ekremîniya destnîşan kir ku amadekariyên leşkerî yên Îranê berdewam dikin û got, "Em aliyê din ji nêz ve dişopînin; amadekariyên me berdewam in."
Ekremîniya her wiha behsa pêşnûmaya qanûnê ya ku ji aliyê Meclîsa Îranê ve derbarê berhevkirina xercan ji bo derbasbûna ji Tengava Hurmuzê de hatiye amadekirin, kir. Zêdekirina kontrolê li ser tengavê ji bo Îranê xwedî girîngiyeke aborî ye.