TR KU AR
FB X IG
Jiyan

Amerîkayê spasiya Tirkiye û Rûsyayê kir

📅 04 tebax 2019 09:48

PeyamaKurd – Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê Morgan Ortagus derbarê ragihandina agirbesta ku li gera 13an a Astanayê ji bo Idlibê hatiye ragihandin daxuyaniyeke nivîskî belav kir.

Ortagus kêfxweşiya bo nûçeyên ragihandina agirbestê anî ziman û û diyar kir, ya girîng rawestandina êrîşên ser sivîlan û armanc nekirina binkeyên sivîl e.

Morgan Ortagus herwiha spasî li Rûsya û Tirkiyê kir û got, “Ji ber ku Rûsya û Tirkiyê li ser agirbesta îlona 2018an a Soçiyê ku bihevre dixebitin li hev kirine, em van hewldanên wan pîroz dikin.”

Ortagus bal kişand ser hewlên Sekreterê Giştî yê NY Antonio Guterres û diyar kir, “Amerîka bawer dike ku li Sûriyê çareseriyeke leşkerî nabe. Çareseriya siyasî ya li Sûriyê tenê dikare ewlehî û aramiyê bo hemû Sûriyeyîyan dabîn bike.”

Parve bike: