TR KU AR
FB X IG
Jiyan

Amerîkayê daxwaz kir Rûsya "agirbesta bilez" li Ukraynayê ragihîne

📅 14 gulan 2022 11:31

PeyamaKurd – Amerîkayê daxwaz ji Rûsyayê kir ku "agirbesta bilez li Ukraynayê" ragihîne.

Li gor Berdevkê Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê John Kirby bi daxuyaniyekê diyar kir, Lloyd Austin piştî 18ê Sibatê, cara ewil pêwendiyeke telefonî bi Wezîrê Berevaniyê yê Rûsyayê Sergey Şoygu re encam da.

Herwiha hat ragihandin: “Wezîr Lloyd Austin piştî 18ê Sibatê, cara ewil bi Wezîrê Berevaniyê yê Rûsyayê Sergey Şoygu re, di 13ê Gulanê de gotûbêj kir.”

Di berdewamiyê de da zanîn: “Austin ji bo ragihandina agirbesta bilez li Ukraynayê, bang li Rûsyayê kir û tekezî li ser girîngiya vekirîmana navendên pêwendiyan kiriye.”

Parve bike: