TR KU AR
FB X IG
Jiyan

Amerîkayê careke din li artêsa Esed xist

📅 14 tîrmeh 2018 01:23

PeyamaKurd - Hevpeymaniya Navnetewî ya Dijî DAIŞê ku Amerîka pêşengiya wê dike li Dêrezorê êrişî binkeyên leşkerî yên hikûmeta Sûriyê kir.

Li gor çavkaniyan û ajansan Hevpeymaniya Navnetewî ya Dijî DAIŞê li herêma Dêrezorê êrişî hêzên hikûmeta Sûriyê kir û di encamê de herî kêm 40 leşkerên Sûriyê canê xwe ji dest dane.

Leşkerên artêşa Sûriyê yên li devera bajarokê Ebû Kemal ê ser bi Dêrezorê ve, hewldan ber bi bajarokê li rojhilatê Firatê Hecînê ku di bin kontrola DAIŞê de ye, pêş bikevin.

Leşkerên Sûriyê ji bo çemê Firatê derbas bikin pireke mobîl ava kirin û gihîştin derdora Hecînê. Piştî ku hêzên hikûmeta Sûriyê nêzîk Hecînê bûne piştî çend seat firokeyên şer ên hevpeymaniya navdewletî êrişî wan kirine.

Hat ragihandin ku di encama êrişê de herî kêm 40 leşkerên hikûmeta Sûriyê canê xwe ji dest dane û yên din jî ji herêmê vegeriyane.

Herwiha li gor nûçeyê firokeyên hevpeymaniyê pira mobîl jî rûxandine.

Parve bike: