Amerîkayê bi dehan balafirên şer şandin Rojhilata Navîn
RûpelNews - Amerîka, piştî hevdîtinên duhî ên bi Îranê re li Cenevreyê, şandina cebilxaneyê bo Rojhilata Navîn û Ewropayê didomîne.
Li gorî agahiyên ji hin hesabên medyaya civakî yên ku îstixbarata çavkaniyên vekirî dişopînin û analîz dikin, firokeyên şer û kelûpelên din ên ku Amerîkayê di rojên dawî de şandine Rojhilata Navîn, heman tişt in ku di êrîşên li ser Îranê di Hezîrana 2025an de hatine bikaranîn.
Li gorî agahiyên firînê yên ku ji çavkaniyên vekirî hatine bidestxistin, şeş firokeyên şer ên F-22 ji Bingeha Hevbeş a Langley-Eustis a li Virginia, DYA, duh gihîştin RAF Lakenheath a li Brîtanya.
Balafireke îstixbarata sînyalan a RC-135 Rivet Joint, ku ji Bingeha Hewayî ya El Udeid a li Qeterê mîsyon pêk dianî, her wiha bo girava Kretayê ya li Deryaya Spî hate veguhestin.
Gelek balafirên dewriyeyê yên deryayî yên P-8 Poseidon, di nav de yek ku duh li Tengava Hurmuzê digerand, li Rojhilata Navîn mîsyonan pêk tînin.
Di 16ê Sibatê de, 18 firokeyên F-35 hatin dîtin ku ji RAF Lakenheath a li Brîtanyayê bi firokeyên tanker ên dagirtina sotemeniyê yên hewayî re derketin û ber bi herêmê ve çûn.
Herwiha, du firokeyên fermandari û kontrolê yên hewayî yên E-3 Sentry AWACS jî duh ji aliyê DYAyê ve hatin şandin bo Bingeha Hewayî ya RAF Mildenhall a li Brîtanyayê.
Keştiya hewavanî USS Abraham Lincoln ji bo Rojhilata Navîn hatibû şandin
Herêm şahidê zêdebûna aloziyan e, ji ber ku Washington ji bo êrîşeke çaverêkirî, di rewşa ku Îran bersivê nede daxwazên Washingtonê yên derbarê bernameyên xwe yên atomî de, amadekariyê dike û hebûna leşkerî ya Amerîkayê ya bêhempa li Rojhilata Navîn kom dike.
Di daxuyaniyekê de li ser hesabê xwe yê medyaya civakî di 28ê Çileyê de, Serokê DYAyê Donald Trump got ku "Armadayeke" (hêzeke mezin a deryayî ya DYA) ber bi Îranê ve diçû, bang li rêveberiya Tehranê kir ku bigihîjin lihevkirinekê û hişyarî da ku wekî din dê "êrîşeke pir xirabtir" were destpêkirin.
Trump destnîşan kir ku ev Armada, ku ji aliyê keştiya hewavaniyê USS Abraham Lincoln ve tê birêvebirin, fîloyek ji ya ku ji bo Venezuelayê hatibû şandin mezintir e û diyar kir ku "(Fîlo) amade, dilxwaz û jêhatî ye ku heke pêwîst be, weke li Venezuelayê, mîsyona xwe bi lez û bi hêz pêk bîne."
Di 26ê Çileyê de, Fermandariya Navendî ya DYAyê (CENTCOM) her wiha ragihand ku koma êrîşê ya keştiya hewavaniyê USS Abraham Lincoln ji bo "piştgiriya ewlehî û aramiya herêmî" ji bo Rojhilata Navîn hatibû şandin.
Li gorî raporeke 13ê Sibatê ya di The New York Times de, ku li ser bingeha agahiyên ji çar karbidestên Amerîkî bû, hat ragihandin ku biryar hatiye dayîn ku keştiya hewayî USS Gerald R. Ford, a ku li Karayîbê bi cih bûye, û keştiyên wê yên hevrê ji bo Rojhilata Navîn werin şandin.