TR KU AR
FB X IG
Cîhan

'Amerîka û Îran li hev kirin, ji bo erêkirine çav li Trump e'

Navenda Nûçeyan
Edîtor
📅 28 gulan 2026 19:46
Li gor medyaya Amerîkayê, ji bo dirêjkirina agirbestê Îran û Amerîka li hev kirine, biryara dawî dê ji hêla Trump ve were dayîn.

RûpelNews - Ji medyaya Amerîkayê Axios ragihand ku Tahran û Washington ji bo agirbest 60 roj bê dirêjkirin û ji bo guftûgoyên fermî yên li ser bernameya nukleerê ya Îranê dest pê bikin li hev kirin û ji bo vê peymanekê jî hatiye amadekirin.

Şandeyên her du alî xalên peyamanê pesend kirine lê ji bo erêkirina dawî divê serkirdeyên her du aliyan îmze biavêjin.

Li gor rayedarên Amerîkayî aliyê Îranê ji serkirdeyê xwe destûr wergirtine û ji peymanê re gotine erê. Lê aliyê Îranê bi awayeke fermî ev yek piştrast nekir.

Şandeya Amerîkayê jî hurguliyên peymanê ji Trump re şandin lê Trump hêj pesen nekir, hat ragihandin Trumo xwestiye ku li ser peymanê çend roj bifikire.

Tahran û Washington berê niha gelek caran li he civiya bûn lê heta niha lihevkirineke bi rêk û pêk navbera wan de çênebû. Hêzên her du aliyan di 48 saetên dawî de li Tengava Hurmuzê du caran pev çûn.

 

 

 

Parve bike: