TR KU AR
FB X IG
Aborî

Amerîka û Îran li hev kir: Bihayên petrol daket, zêr zêde bû

📅 15 hezîran 2026 13:32
Piştî lihevkirina Amerîka û Îranê bihayên petrol û dolar daketin, bihayên zêr bilind bûn.

RûpelNews - Piştî peymana lihevkirinê ya navbera Amerîka û Îranê hat ragiahndin bihayên petrol, dolar daket, zêr zêde bû, borsayên Ewropayê geş bû. 

Roja duşemê, dolara Amerîkayê li hember pereyên din ên hevrik ên sereke daket asta xwe ya herî nizm a 10 rojên dawî. 

Rayedarên Amerîka û Îranê roja yekşemê ragihandin ku ew li ser peymaneke çarçoveyî ji bo bidawîkirina pevçûna di navbera her du welatan de, rakirina ambargoya deryayî ya Amerîkayê ya li ser Îranê û ji nû ve vekirina Tengava Hurmuzê li hev kirine.

Tê payîn ku peyman roja Înê bi awayekî fermî li Swîsreyê were îmzekirin. 

Liv û tevgera bazara cîhanî

Piştî peymanê, bihayên petrolê ku di mehên dawî de bi awayekî berdewam bilind dibûn ji nişka ve daketin. Petrola xam a Brent ji sedî 4 zêdetir daketin û gihîştin 83.82 dolarî. Nirxê dolar jî kêm bûn.

Euro heta ji sedî 0.5 zêde bû û gihîşt 1.1622 dolarî, di heman demê de pound ji sedî 0.4 zêde bû û gihîşt 1.3459 dolarî. Her du pere ji asta xwe ya herî xurt a ji 5ê Hezîranê vir ve nêzîk bûn.

Di heman demê de, zêrê spot ji sedî 2 bilind bû û gihîşt 4,304.11 dolarî ji bo onsê, û gihîşt asta xwe ya herî bilind ji 9ê Hezîranê ve.

Parve bike: