TR KU AR
FB X IG
Jiyan

Amerîka taziya keça Kurd kir

📅 27 rêbendan 2019 13:15

PeyamaKurd- Keça Kurd ya Kerkûkî ya bi navê Xedîr Kawa Tahir, di artêşa Amerîka de wergeriyê dikir û cara dawiyê li Munbicê bi leşkerên Amerîka re bû. Di dema êrîşa li Munbicê bo ser konwoya leşkerên Amerîkî, ew jî di nava konwoyê de bû û ket ber êrîşê. Xedîr Kawa Tahir di êrîşê de yiyana xwe ji dest da.

Malbata Xedîr Kawa Tahir li eyaleta Amerîkayê li Atlantayê dimîne û bo wê taziye hat danîn. Di taziyê de gelek kes beşdar bûn ku di nava wan de berpirsên Amerîkî yên leşkerî û siyasî hebûn. Hevalekî Xedîr Kawa Tahir ragihand ku ew bi hevre çûne Sûriyê û wezîfa wê tîma Amerîkî ew bû ku tîmên Neteweyên Hevgirtî (UN) biparêze.

Bavê keçikê got ku ew ji sala 1998an heya niha li Amerîkayê dijîn û weha dewam kir:

 “Keça min bi rêya şîrketekî di artêşa Amerîka de weka werger dixebitî.”

Wezareta bergiriyê Pentagon ragihandibû ku 2 leşkerên Amerîkî, 1 xebatkarekî sîvîl û 1 parêzvanê bi peyman jiyana xwe ji dest dane.

Parve bike: