TR KU AR
FB X IG
Rojhilata Navîn

Amerîka û Îran pev çûn

Navenda Nûçeyan
Edîtor
📅 01 hezîran 2026 08:45
CENTCOMê ragihand ku li derûdora Hurmuzê li navendên balafirên bêmirov ên Îranê dane. Pasdarên Îranê jî diyar kirin ku piştî van êrîşan baregehên Amerîkayê hatin hedefgirtin.

RûpelNews - Fermandariya Hêzên Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) li ser hisaba xwe ya medyaya civakî der barê operasyona li dijî Îranê de daxuyaniyekê belav kir.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin dawiya hefteyê êrîş li herêma Goruk û li Girava Keşm a Îranê baregehên leşkerî yên balafirên bêmirov û radar ên Îranê hatine kirin.

Hat diyar kirin ku piştî balafira bêmirov a Amerîkayê ku li ser avên qada navdewletî difirya hat li erdê xistin ev êrîş hatin kirin. Di êrîşê de 2 balafirên bêmirov û çend baregehên leşkerî hatin bordumankirin.

Îran: Me bersiva êrîşan da

Ji hêla Îranê ve jî daxuyaniyekê hat dayîn. Di daxuyaniya Pasdarên Îranê de hat ragihandin li dijî baregehên Amerîkayê li herêmê êrîş hatin kirin. Ev êrîş wek tolhildana êrîşa li ser bargehên Îranê hat nîşandan.

Parve bike: