TR KU AR
FB X IG
Jiyan

Amerîka, leskerên xwe ji Almanya diksîne

📅 30 hezîran 2018 17:21

PeyamaKurd- Wezareta bergiriyê ya Amerîkyê Pentagon plan dike ku leşkerên xwe yên li Almanya vekişîne. 35 hezar leşkerên Amerîka li Almanya ye û dibe bi temamî wan bibe Amerîkayê an bo demekî li Polonyayê bicîh bike.

Trump, berê jî behsa vê mijarê dikir lê Trump di vî karî de ji dile an na, wê di meha temmûzê de, di civîna NATO de bê fêmkirin.

Li gor rojnama Washington Postê, ev fikir ji aliyê konseya ewlekariyê ya Amerîka de nayê qebûlkirin. Berdevkê Pentagonê Eric Pahon dibêje ku tişteka weha nabe û hêzên artêşa Amerîkayê yên derve her dem tên kontrolkirin. Pahon dibêje berpirsiyareka Amerîka li hemberê Almanya û NATO yê heye.

Serokê Amerîkayê Trump ji serî de dijberiya xwe li dikî NATO, Zîrwe ya Hewayî, Rêxistina Bazirganî ya Dinyayê û Pêwendiyên Transatlantîkê ragihandiye û her dewam dike.

Parve bike: