TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Amerîka 5 hezar leşkerên xwe ji Almanyayê vedikişîne

Navenda Nûçeyan
Edîtor
📅 02 gulan 2026 17:10
Amerîkayê biryar da ku di nav salekê de nêzîkî 5 hezar leşkerên xwe ji Almanyayê dê vekişîne.

RûpelNews - Biryara vekişandina leşkeran ji aliyê Sean Parnell, berdevkê Wezareta Parastinê yê Amerîkayê (Pentagon) ve hat ragihandin.

Li gorî ragihandina Parnell, ev biryar piştî nirxandineke berfireh a şert û mercên li ser erdê hatiye girtin.

Li gorî hejmarên leşkerî yên Amerîkayê, heta dawiya sala 2025an zêdetirî 36 hezar û 400 leşkerên Amerîkayî li Almanyayê bi cih bûne.

Bi vê hejmarê, Almanya piştî Japonyayê, li derveyî Amerîkayê wekî 'bingeha leşkerî ya duyemîn a herî mezin a Amerîkayê' tê binavkirin.

Parve bike: