DYA bi hezaran leşkeran ji Almanyayê vedikişîne
RûpelNews - Wezareta Parastinê ya DYAyê (Pentagon) ragihand ku 5 hezar leşkerên amerîkî yên ku li Almanyayê bi cih bûne, dê ji wî welatî bên vekişandin.
Berdevkê Pentagonê Sean Parnell diyar kir ku fermana têkildar ji aliyê Wezîrê Parastinê yê DYAyê Pete Hegseth ve hatiye dayîn û ku ew "li bendê ne ku ev pêvajo di nav şeş heta 12 mehên pêş de bi dawî bibe."
Almanya, welatê Ewropî yê ku li ser axa xwe mazûvaniya hejmara herî mezin a leşkerên Amerîkî dike, niha zêdetirî 35,000 leşkerên Amerîkî li wir bi cih bûne.
Berdevkê Pentagonê Parnell destnîşan kir ku biryar "piştî vekolîneke berfireh a Wezareta Parastinê ya DYAyê ya li ser hebûna leşkerên wê li Ewropayê" hatiye dayîn, û lê zêde kir ku wan "pêdiviyên herêma mîsyonê û şert û mercên li ser erdê li ber çavan girtine."
Rexneyên Merz û bersiva Trump
Serokwezîrê Almanyayê Merz, di destpêka hefteya borî de di çalakiyeke dibistanê de, bi îşaretkirina li danûstandinên DYAyê yên bi Îranê re got, "Neteweyek bi tevahî (DYA) ji aliyê rejîma Îranê ve tê rûreşkirin" û her wiha îdia kir ku di vê şer de "stratejiyeke zelal" a DYAyê nîne.
Lêbelê, Donald Trump di peyamên ku li ser hesabê xwe yê medyaya civakî parve kirin de îdia kir ku Merz "Nizane qala çi dike!" û mijara vekişandina leşkerên amerîkî ji Almanyayê jî anî rojevê. Di peyameke din de, Trump diyar kir ku li şûna ku bala xwe bide ser şerê bi Îranê re, divê Merz "zêdetir wextê xwe" ji bo bidawîkirina şerê Rûsya-Ukraynayê veqetîne, ku tê de wî "tiştek bi dest nexistibû" û lê zêde kir ku pêwîst e serokê Almanî "welatê xwe yê hilweşiyayî dîsa bixe ser rê."
Rexneyên Serokê DYAyê Trump li ser Merz bi vê yekê bi dawî nebûn. Di peyameke din de ku roja Pêncşemê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî parve kir, Trump îdia kir ku Serokwezîr Merz di "pirsgirêkên koçberî û enerjiyê de" xwedî kêmasî ye, û destnîşan kir ku divê Merz "kêmtir wextê xwe bi destwerdana di hewildanên kesên ku ji bo ji holê rakirina gefên navokî yên Îranê dixebitin de derbas bike" û lê zêde kir ku "bi saya van hewildanan, dê tevahiya cîhanê, tevî Almanyayê jî, bibe cihekî ewletir."
Ji 31ê Kanûnê ve, bi giştî 36,436 leşkerên amerîkî li Almanyayê bi cih bûne; li Îtalyayê ev hejmar 12 hezar û 662, û li Spanyayê jî 3 hezar 814 e.
Navendên stratejîk ên artêşa Amerîkayê li Almanyayê
Artêşa Amerîkayê li Almanyayê nêzîkî 20 baregeh û tesîsan diparêze. Piraniya van li başûr û başûrê rojavayê welêt in. Baregehên herî girîng Bingeha Hewayî ya Ramsteinê li eyaleta Rheinland-Pfalz û fermandariyên herêmî yên Ewropa û Afrîkayê yên artêşa Amerîkayê (EUCOM û AFRICOM) li Stuttgartê ne.
Qada perwerdehiyê ya DYAyê li Grafenwohr, Bavyerayê, wekî yek ji mezintirînên li Ewropayê tê dîtin. Çekên atomî yên DYAyê li Bingeha Hewayî ya Buchel a li Rhînland-Palatinatê tên depokirin. Nexweşxaneya leşkerî ya herî mezin a DYA'yê ya li derveyî welat li Landstuhl, di heman eyaletê de ye.
Di dema serdema xwe ya yekem a di sala 2020an de, Trump her wiha gefa vekişîneke qismî ji Almanyayê xwaribû û hewl dabû ku hejmara leşkerên li wî welatî daxîne 25 hezarî. Berlîn hebûna leşkerî ya DYAyê li welêt wekî astengiyeke sereke li dijî Rûsyayê dibîne û naxwaze ku ev hejmar bên kêmkirin. Leşkerên Amerîkî yên li Almanyayê her wiha li bajarokên ku lê bi cih bûne, beşdarî aboriya herêmî dibin. (Çavkanî: DW, AFP)