Amerîka: Îro an sibê pêkan e ku li ser Hurmuzê em li hev bikin
RûpelNews - Wezîrê Xezîneyê yê Amerîkayê Scott Bessent ji CNBC re derbarê Tengava Hurmuzê de daxuyanî da û ragihand ku di pêşerojeke nêzîk de lihevkirinek bi Îranê re pêkan e.
Bessent got, "Em bi Îraniyan re di danûstandinan de ne, û ez bawer dikim ku îhtîmalek heye ku em îro an sibê li ser vekirina Tengava Hurmuzê bigihîjin lihevkirinekê."
Dema jê hat pirsîn ka gelo peymaneke wiha dê heqdestên derbasbûnê yên Îranê ji bo keştiyên ku di vê rêya avê ya krîtîk re derbas dibin, di nav xwe de bihewîne an na? Wezîrê Amerîkayî wiha bersiv da: "Ez bawer dikim ku dema derbasbûyînan serbestî dê hebe. Her çend rewş li wir di van çend rojên dawî de hinekî ne diyar maye jî, me heta niha jî dît ku hejmareke berbiçav a keştiyan derdikevin."
Bi peyama Bessent bihayên petrolê daketin
Bihayên petrolê piştî peyama Bessent a derbarê Tengava Hurmuzê de daketin. Petrolê ya xav a Brent li Londonê heta ji sedî 4 daketin û gihîştin bin 81 dolarî ji bo her bermîlekê.