TR KU AR
FB X IG
Jiyan

Amerîka: Em vîzeyên hin xwendekar û lêkolînerên Çînî betal dikin

📅 10 îlon 2020 10:01

PeyamaKurd – Piştî vîrusa Koronayê, rageşiya di navbera Amerîka û Çînê de her diçe gurtir dibe. Amerîka niha jî biryar daye, vîzeyên hinek xwendekar û lêkolînerên Çînî betal bike.

Li gor Berpirsê Wezareta Ewlehiya Navxweyî yê Amerîka Chad Wolf do Çarşemê ragihand, Amerîka vîzeyên hinek xwendekar û lêkolînerên Çînî betal dike. Armanca wê biryarê ev e ku pêşî li dizîna pêzanînên lêkolînên hesas bigire.

Wolf diyar kir: "Em vîzeyên hin xwendekar û lêkolînerên Çînî yên ku bi stratejiya artêşa Çînê ve girêdayî ne betal û qedexe dikin, da ku pêşî li dizî û hilberên lêkolînên hesas bigirin,’’

Herwiha Wolf, tawanên Amerîka tevî hewildanên dizîna lêkolîna ser vîrusa Korona yên di derbarê kiryarên neheq, yên karsazî û sîxuriya pîşesaziyê ya ji hêla Çînê ve dubare kir.

Wî herwiha Çîn bi armanca têkbirina akademiya Amerîkî, îstîsmarkirina vîzeyên xwendekaran sûcdar kir.

Parve bike: