TR KU AR
FB X IG
Jiyan

Amerîka: Divê mal û milkên olîgarkên Rûs ji bo ziyanên ser bidin Ukraynayê

📅 28 nîsan 2022 19:39

PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken piştî serdana Ukraynayê ragihand ku divê mal û milkên olîgarkên Rûs ên welatan dest danîne ser wan ji bo ziyanên şer pêşwazî bikin bidin Ukraynayê.

Koşka Spî ragihand ku Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken piştî serdana Ukraynayê daye xuyakirin ku divê dahata mal û milkên olîgarkên rûs ên dest danîne ser wan ji bo ziyanên şer bidin Ukraynayê û ev jî encama êrîşkariya Rûsyayê ye.

Blinken diyar kiriye ku vegerandina wê dahatê baca ku Rûsyayê bo Ukraynayê bide ye û da zanîn, Moskow di vî şerî de bi ser neketiye û negihîştiye armancên xwe.

Li gorî daxuyaniya Koşka Spî Wezîrê Berevaniya Amerîkayê Lloyd Austin jî gotiye, Rûsya di qebîliyeta şer de li gorî rojên destpêka şerê Ukraynayê ji hêla leşkerî ve lawaz bûye.

Hat diyarkirin ku Blinken û Austin bi rêya Trênekê ji ser Polonyayê derbasî Kîevê bûne û li wir bi qasî 3 saetan hevdîtin ligel Serokê Ukrayna Volodimir Zelenskiy pêk anîne. Herwiha di vegerê de jî bi awayekî veşarî bi balafiran ji ser Polonyayê ve vegeriyane Amerîkayê.

Parve bike: