Îranê, hişyarî da Amerîkayê: Divê yekê hilbijêrî!
RûpelNews - Di 40emîn roja pevçûnên di navbera Amerîka, Îsraî û Îranê de di navbera aliyan de li ser agirbesteke demkî ya 15-rojî biryar hat dayîn. Lêbelê, êrîşên berdewam ên Îsraîlê li ser Hizbulahê li Lubnanê, nêrînên cûda ên derbarê çarçoveya agirbestê de xistine rojevê.
Hevdîtinên agirbestê li Îslamabadê ye
Di çarçoveya agirbesta ku ji aliyê Serokê Amerîka Donald Trump ve hat ragihandin de, tê plankirin ku hevdîtinên di navbera aliyan de li Îslamabadê dê pêk werin.
Li gorî nûçeyeke Reutersê, hêj nehatiye zelalkirin ku dê kî serokatiya şanda danûstandinê ya Îranê bike. Lêbelê, medyaya Îranê diyar dike ku namzedê herî bihêz Serokê Meclîsê
Mihemed Baqir Qalîbaf e.
Trump diyar kir ku Amerîka dê êrîşan ji bo du hefteyan rawestîne, bi şertê ku Îran qebûl bike ku Tengava Hurmuzê veke.
Îsraîl: Hizbullah derveyê agirbestêye
Serokwezîrê Îsraîlê Bunyamîn Netanyahu diyar kir ku ew piştgiriyê didin agirbesta ku bi Îranê re hatiye kirin, lê ev agirbest armancên Hizbullahê yên li Lubnanê nagire.
Li gorî îdiayên di çapemeniya Îranê de, eger Îsraîl êrîşên xwe yên li ser Lubnanê bidomîne, dibe ku rêveberiya Tehranê vekişîna ji peymana agirbestê bifikire.
Tehran: Lubnan jî beşek ji peymanê ye
Serokomarê Îranê Mesûd Pezeşkiyan diyar kir ku pêşniyara agirbestê di çarçoveya "berpirsiyarî û nêzîkatiyeke xurt" de hatiye qebûlkirin, û lê zêde kir ku agirbesta li Lubnanê yek ji hêmanên bingehîn ên peymanê ye.
Di heman demê de, Supaya Pasdaran hişyarî da ku eger êrîşên Îsraîlê berdewam bikin, aktorên herêmî dê "poşman bibin".
Wekî bersiv, Qesra Spî îdia kir ku plana 10-xalî ya ku ji aliyê Îranê ve hatibû pêşkêşkirin, ji metna ku ji Amerîka re hatibû ragihandin cuda bû.
Arakçî: Niha gog di qada Amerîkayê de ye
Wezîrê Derve yê Îranê Ebbas Arakçî diyar kir ku berpirsiyariya pêkanîna agirbestê dikeve ser milê Washingtonê, û got, "Divê Amerîka hilbijêre. An ew ê agirbestê hilbijêre, an jî êrîşên Îsraîlê yên li ser Hizbulahê dê berdewam bikin."
Qalîbaf: Di van şertan de agirbest ne maqûl e
Serokê Meclîsa Îranê Qalîbaf îdia kir ku hin bendên agirbestê hê berî ku danûstandin dest pê bikin hatine binpêkirin. Qalîbaf diyar kir ku geşedanên li Lubnanê û binpêkirinên hewaya Îranê peymanê dixin xeterê, û lê zêde kir ku di şert û mercên heyî de agirbest ne domdar e.
Aloziyên liTengava Hurmuzê berdewam dike
Hêza deryayî ya Îranê ragihand ku derbasbûna ji Tengava Hurmuzê sînordar e û divê keştî destûrê ji Îranê werbigirin. Hişyariyek hat dayîn ku heke wisa nebe dê destwerdan were kirin.
Ajansa Nûçeyan a Fars a nîv-fermî ragihand ku ji ber êrîşên Îsraîlê yên li ser Lubnanê, derbasbûna tankerên petrolê hatibû rawestandin. Di nûçeyê de hat gotin ku piştî agirbestê, hin tanker bi destûra Îranê ji Tengavê derbas bûbûn.