TR KU AR
FB X IG
Jiyan

Amerîka dibe ku zext deyne ser Hindistanê

📅 30 gulan 2018 01:25

PeyamaKurd -  Hat ragihandin ku Amerîka ji ber ku Hindistanê ji Rûsyayê pergala parastina fuzeyan a S-400î sitandin dibe ku ji ber vê tercîha wê wesayîtên asîmanî yên bêmirov nefiroşe Hindistanê.

Serokê Komîteya Hêzên Çekdar ên Parlamentoya Nûneran a Amerîkayê WilliamThornberry daxuyanî da malpera NDTVyê ya ku li Hindistanê weşanê dike û diyar kir ji ber ku Hindistanê pergala S-400î tercîh kir di mijara ku Amerîka teknolojiyên eskerî yên wekî droneyan parve bike de bû sedema dudiliyan.

Thornberryê ku ji komîteya kontrolkirina hêzên çekdar ên Amerîkayê berpirsyar e got ku birêveberiya Delhiya Nû pergala berevaniya mûşekî ya S-400î tercîh kir û ev yek jî dê wek mitefiq di navbera Amerîka û Hindistanê de "qabîliyeta xebatê tehdîd bike".

Thornberry got ku "Ez ditirsim ku adaptekirina vê teknolojiyê ji aliyê Amerîkayê ve di mijara transfera teknolojiyê de bibe sedema aciziyê." Serokê Komîteyê li ser pirsekê got dibe ku ev yek firotina droneyên Predator bloke bike.

Hindistan hem bi Amerîkayê re hem jî bi Rûsyayê re di nav têkiliyên eskerî yên nêz de ye. Di 30-40 salên dawîn de qismeke mezin a hewcehiyên eskerî yên welêt ji aliyê Rûsyayê ve hatibûn temînkirin.

Kongreya Amerîkayê serê vê salê piştî îdiayên dibêjin ku Rûsyayê midaxaleyî hilbijartinên li Amerîkayê kiriye Qanûna bi Mueyîdeyê Berteknîşandana Dijminên Amerîkayê (CAATSA) derxist. Li gor qanûnê Amerîka ji bo welatên mitefîq ên ku ji Rûsyayê çek distînin dikare ku mueyîdeyê bike.

Parve bike: