Amerîka derbarê zextên li ser Îranê de bi Tirkiyê re civiya
PeyamaKurd - Wezareta Derve ya Tirkiyê ragihand, ku şandeke Amerîkî ji bo gotûbêjkirina dorpêçên Amerîka yên li ser Îranê hatine Enqerê.
Piştî biryarên nû yên Amerîkayê yên derbarê şidandina dorpêça ser Îranê de, şandeke Amerîkî serdana Tirkiyê kir û li gel berpirsan hevdîtinek saz kir.
Wezareta Derve ya Tirkiyê bi daxuyaniyekê ragihand: “Piştî ku Amerîkayê xwe ji rêkeftina atomî ya ligel Îranê vekişand, biryarên Amerîkayê yên li dijî Îranê ji bo welatê me jî giring in. Ji bo welatê me ji van sizakirinan ziyanê nebîne, saziyên peywendîdar karên xwe didomîne û li ser vê yekê li gel aliyên peywendîdar ên Amerîkayê danûstendinan dikin.”
Wezareta Derve ya Tirkiyê amaje bi rêkeftina enerjî ya di navbera Tehran û Enqereyê de kir û destnîşan kir: “Ji bo berjewendiyên Tirkiyê zirarê nebînin kiryarên Amerîkayê dê ji nêz ve werin şopandin.”
Serokê Amerîkayê Donald Trump 8ê Gulana îsal ragihandibû, ku ew dê li dijî Îranê dorpêç û mieyîdeyên nû pêk bînin.
Rêveberiya Waşîngtonê ji welatên din jî xwestibû, ku di vê çarçoveyê de petrolê ji Îranê nekirin û peywendiyên xwe yên aborî bicemidînin.