TR KU AR
FB X IG
Rojhilata Navîn

Amerîka bo welatiyên xwe: Ji Îranê derkevin

Navenda Nûçeyan
Edîtor
📅 22 nîsan 2026 17:11
Piştî vekirina qismî ya hewaya Îranê, Wezareta Derve ya DYAyê bang li welatiyên xwe yên li welêt kir ku demildest derkevin. Her çend hin welatên cîran wekî xalên derketinê yên bejayî hatin pêşniyarkirin jî, rêwiyan hatin şîretkirin ku xwe ji herêmên sînorî yên bi rîska bilind dûr bixin.

RûpelNews - Wezareta Derve ya DYAyê, piştî vekirina qismî ya qada hewayî ya Îranê û ji nû ve destpêkirina geştan, bang li welatiyên xwe yên li Îranê kir ku welêt biterikînin.

Di daxuyaniyeke ewlehiyê ya ku ji aliyê Balyozxaneya Virtual a DYAyê ya li Tehranê ve hat weşandin de hat gotin: "Ji 21ê Nîsanê ve, qada hewayî ya Îranê qismî hatiye vekirin. Divê welatiyên amerîkî niha ji Îranê derkevin, ji bo agahiyên nû medyaya herêmî bişopînin û ji bo agahiyên zêdetir derbarê firînên ji Îranê de bi şîrketên hewayî re têkilî daynin."

Hat destnîşankirin ku amerîkiyên ku ji Îranê derdikevin, dikarin bi bejayî biçin Ermenistan, Azerbaycan, Tirkiye û Tirkmenistanê, lê divê neçin Efxanistan, Iraq an jî herêma sînorê Pakistan û Îranê.

Parve bike: