Amerîka bang li hemwelatiyên xwe kir: Ji Erebistana Siûdî derkevin
RûpelNews - Şerê di navbera Amerîka-Îsraîl û Îranê de ku 28ê Sibatê dest pê kir, bi êrîşên mûşekî yên dualî berdewam dike. Her ku pevçûn dikeve hefteya xwe ya sêyemîn, Rojhilata Navîn bûye qada şerekî mezin.
Li beramberî êrîşên Amerîka û Îsraîlê, Îranê êrîşên moşekî û dronî li ser baregehên Amerîka û cihên krîtîk ên li heft welatên Erebî, di nav de Erebistana Siûdî jî, pêk anîne.
Îro (19ê Adarê), Wezareta Parastinê ya Erebistana Siûdî ragihand ku firokeyeke bêmirov li Pîra Samrefê ketiye.
Piştî zêdebûna êrîşên dawî, Balyozxaneya Amerîkayê ya li Riyadê daxuyaniyek da. Rayedarên Amerîkayî bang li welatiyên ewe kir ku ji Erebistana Siûdî derkevin.
Di daxuyaniyê de niha hat gotin: Em ji welatiyên xwe dixwazin ku heke ew dikarin bi ewlehî rêwîtiyê bikin, bi rêya geştên bazirganî ji Erebistana Siûdî derkevin.