Jiyan
Amerîka biryara girtina du balyozxaneyên xwe yên li Rûsyayê da
PeyamaKurd – Rêveberiya Amerîkayê dixwazin du konsolxaneyên xwe yên li du cîhên cuda yên Rûsyayê bigrin.
Wezareta Derve ya Amerîkayê, kongrêsa Amerîkayê agahdar kiriye, ku dixwazin balyozxaneya Amerîkayê ya li Vladîsvostok a li Rojhilatê Rûsyayê û balyozxaneya Amerîkayê ya li Oryolê çalakiyên wê rawestîne û bigre.
Girtina wan du balyozxaneyan, 9 roj berî niha hatiye ragihandin. Lê di çapemeniyê de nehatiye belavkirin.
Herwiha Rûsyayê ji sala 2018an ve biryara girtina balyozxaneya Amerîkayê ya li bajarê Sen Petersburgê daye.