Amedsporê spasiya Sezgin Baran Korkmaz kir
RûpelNews - Sezgin Baran Korkmaz, karsazekî li Amerîkyê dijî û eslê wî ji Qersê ye, ragihand ku wî ew xelata (prîma) 5 milyon lîreyî ya ku piştî serkeftina Amedsporê li hember Erzurumsporê soz dabû, ji klûbê re şandiye.
Piştî daxuyaniya ku Korkmaz li ser hesabê xwe yê Xê dabû, Nadir Nadirova jî peyamek parve kir.
Di peyameke ku hem bi kurdî û hem jî bi tirkî hatibû nivîsandin de, Nadirova navê Sezgin Baran Korkmaz û Serokê Amedsporê Nahit Eren etîket kir û ji ber piştgiriyê spasiya wî kir.
Nadirova di peyama xwe de ev tişt gotin:
"Em spasiya karsazê hêja Sezgin Baran Korkmaz dikin ji ber piştgiriya xelatê ya 5 milyon lîreyî û hevgirtina ku wî piştî serkeftina me ya 3-0 li hember Erzurumsporê pêşkêşî tîma me Amedsporê kir..."
Korkmaz çi gotibû?
Di peyameke medyaya civakî ya beriya maçê de, Korkmaz ragihandibû ku eger Amedspor bi ser bikeve, ew ê xelateke 5 milyon lîreyî bide; piştî maçê jî wî diyar kiribû ku ew pere dê di nava hefteyê de ji bo hesabên klûbê bên şandin.
Di peyameke ku duh hatibû parvekirin de, Korkmaz got: "Hevalno, min duh bexşa xwe kir û meqbûz şand. Rayedarên klûbê telefon kirin û spasiya min kirin."
Değerli iş insanı Sezgin Baran Korkmaz’a, Erzurumspor karşısında elde ettiğimiz 3-0’lık galibiyetin ardından takımımız Amedspora sunduğu 5 milyon liralık prim desteği ve dayanışma için teşekkür ediyoruz...
— Narin Nadirova (@NadirovaNarin) August 19, 2026
Spas ji karsazê hêja Sezgin Baran Korkmaz re ku piştî serkeftina me ya… pic.twitter.com/XRd5UWO56u