Sîpor
Amedsporê gol li Başakşehîrê barandin!
Amedsporê li mala xwe Başakşehîr bi 5-0 têk bir.
RûpelNews - Di hefteya pêncemîn a Lîga Super a Trendyolê de, Amedsporê li Stadyuma Diyarbekirê mazûvaniya Başakşehîrê kir. Nîva yekem bi serkeftina 1-0 a Amedsporê bi dawî bû, bi saya gola xwe ya ku di deqîqeya 45+1ê de ji aliyê Emin Bayram ê lîstikvanê Başakşehîrê ve hat avêtin.
Di nîva duyemîn de, stêrkê Amedsporê Gift Orban bû lîstikvanê herî berbiçav û bi golên di deqeyên 52, 56 û 75an de tîma xwe 4-0 bi pêş xist. Piştî ku hat-trick kir, Gift Orban hate guhertin û li şûna wî Mbaye Diagne kete lîstikê.
Diagne di deqîqeya 84an de bi golekê serkeftin misoger kir û encam diyar kir: 5–0.
Bi vê encamê, Amedspor hejmara puanên xwe gihand 10an û di lîgê de derket rêza sêyemîn.