TR KU AR
FB X IG
Aborî

Amedspor li hember tîma 24 Erzincansporê bi ser ket

📅 11 nîsan 2022 10:00

PeyamaKurd  Di pêşbirka hefteya 34mîn a Lîga 2mîn a TFFê de, tîma futbolê ya Amedsporê li seha xwe, 24 Erzincanspor kir mêvan û di encamê de, Amedsporê 3-1 tîma 24 Erzincanspor têk bir.

Her du tîm Amedspor û 24 Erzincansporê, li bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê hatin pêşberî hev û pêşbirk li Stadyuma Diyarbekirê ya Nû hat lîstin. Tîma Amedsporê bi encama 3-1 bi ser ket û 3 puanên girîng bi dest xist.

Herwiha di xuleka 23yemîn de, Kerem Çagatay, di xuleka 25an de Mervan Çelîk û di xuleka 73an de Anîl Şahîn golên tîma Amedsporê avêtin.

Bi vê serketinê, Amedspor bi 50 puanan di Lîga 2mîn a TFFê de derket rêza 2yemîn.

Parve bike: