Tirkiye
Amedspor bû şampiyon
Amedspor, bi Îdirsporê re 3–3 wekhev ma, Lîga Yekem bi 74 pûanan di rêza duyemîn de bi dawî kir û cara yekem di dîroka xwe de beşdarî Super Lîgê bû.
RûpelNews - Amedspor, ku sezona normal a Lîga 1ê ya Trendyolê di rêza duyemîn de bi dawî kir, piştî Erzurumsporê bû tîma duyemîn a ku derbasî Super Lîgê bû.
Sezona normal a Trendyol 1. Ligê îro bi maçên dawî bi dawî bû. Amedspor bi Îdirsporê re 3-3 wekhev ma, sezon bi 74 pûanan di rêza duyemîn de bi dawî kir û piştî Erzurumspor bû tîma duyemîn ku beşdarî Super Lîgê bû.
Bi vê encamê Amedspor bû 78emîn tîma ku beşdarî Super Lîgê dibe.