TR KU AR
FB X IG
Jiyan

Ahmedînejad bang li Trump kir

📅 02 tebax 2018 19:57

PeyamaKurd- Serokkomarê berê yê Îranê Mehmûd Ahmedînejad bang li serokê Amerîkayê Donald Trump kir ku aşkera bike da ji mirovên rêvebirê Îranê li Amerîkayê kî xwediyê “kard a kesk”e, bila navên wan aşkera bike û hesabên wan yên bankayên Amerîkayê diyar bike.

Ahmedînejad di ser hesabê xwe yê Tweeterê de weha got: “Birêz Trump, navên kesên ku mirovên an nêzên rêvebirên Îranê ne ku xwediyên karda kesk in û perê wan yên di hesabê bankayên Amerîka de ne, biweşînin.”

Ev bang li Îranê dengekî zêde da. Di navbera rêvebiriya Îranê û Ahmedînejad de gelek pirsgirêk hene ku heya niha 2 cîgirên wî yên kevin di zîndanên Îranê de ne.

Du roj berê kesên ku nêzî Ahmedînejadin, bo xwepêşandaneka protestoyî seredana wezareta navxweyî kiribûn lê heya niha bersivek bo wan nehatiye dayîn.

Xwepêşandanên li Esfahan, Meşhed û Kerecê dewam dikin.

Parve bike: