300 xortên Kurd îşkence dîtin: Gurçikên wan hatin derxistin
RûpelNews - Li gorî raporeke BBCyê, zêdetirî 300 koçberên Kurd ên ku havîna borî ber bi Brîtanyayê ve bi rê ketibûn, hatin revandin, îşkence li wan hat kirin û gurçikên wan hatin derxistin.
Hemû rehîne ku xortên ji Herêma Kurdistanê bûn, ji aliyê komeke milîs ve li Lîbyayê hatin girtin. Milîsan ji malbata her rehîneyekî 5 hezar dolar fîdye xwestin û gefa jêbirina gurçikên rehîneyan xwarin heke pere neyê şandin.
Tîmeke BBCyê ku hevpeyvîn bi hinek rehîneyên berdayî re kir, dîmenên vîdyoyî bi dest xistin ku tê da bi zorê gurçikên dîlgirtiyan tên derxistin û ew hatine îşkencekirin
Rehîneyên berê nîşanên îşkenceyê nîşan dan û gotin ku ew di şert û mercên gelek teng de hatine ragirtin ku nêzîkî 180 kesî di odeyeke tenê de cih digirt. Tê zanîn ku herî kêm rehîneyek miriye û ne diyar e ka çend kes hêj di destê milîsan de mane.
Diviyabû ku milîtan koçberan bi rêya Lîbyayê bigihînin peravên Deryaya Spî. Lêbelê bi Noah Aaron re ku bazirganekî mirovan û welatiyê Herêma Kurdistanê yê gera koçberan organîze kiribû, nakokiyek derket.
Aaron li Fransayê ji ber bazirganiya mirovan bi 10 salan zîndanê hate cezakirin.
Di vê navberê de, piraniya dîlgirtiyan hatine berdan. Hin malbatan di cih de fîdye da, lê rayedarên Kurd guman dikin ku yên din dibe ku bi organên navxweyî yên rehîneyan fîdye dabe.
Li gorî Hemin Merany ku berpirsekî payebilind ê Wezareta Karên Navxweyî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, tevî xetere û rîskan jî, koça neqanûnî ji Kurdistanê ber bi Ewropayê ve bi dawî nehat.