TR KU AR
FB X IG
Jiyan

3 Îranî ku 1 ji wan diplomate hatin girtin

📅 03 tîrmeh 2018 16:22

PeyamaKurd- Li Faransayê muxalifên Îranê civînekî li dar xistin lê 3 kesên dewleta Îranê ku di nava wan de 1 jê dîplomate û wê êrîş bibirina ser civînê, hatin girtin.

Li gor Euronewsê beyana ku ji dozgeriya Brukselê hat dayîn 2 kesên Îranî roja şemiyê bi 500 gram TATP ve ku di çêkirina bombeyan de tê bikaranîn, tên girtin. Di erebeya wan de jî polîs kontrolê dike û alaveka ku di çêkirina bombeyan de tê bikaraînin dixin dest.

Di derbarê her du kesan de, bi gumana ku “di amadekariya êrîşa terorîstî de bûn” lêpirsîn hat vekirin.

Di nûçeyê de her weha hat ragihandin ku di amadekariya êrîşa bombeyî de, dîplomateke Îranî ku di balyozxana Viyana ya Awûstûryayê de dixebite, li Almanyayê hat binçavkirin. Dozgerî ragihand ku pêwendiyên her dû aliyan, yên Belçîkayê ku girtîne û yê Almanya bi hevre hene û zêde agahî neda.

Polîsê Belçîkayê di 5 herêmên ji hev cuda de, operasyon kir û têkiliya operasyonan bi van girtinan hene. Lê nehat gotin bê di operasyonan de çi hatine bidestxistin.

Serokê Amerîkayê Donald Trump û parêzerê wî Rudy Giuliani, bi hinek wezîrên Awrûpa û Ereban re, tevli civîna roja bazarê (yekşem) ya li Parîsê bûbûn. Civîn, ya Konseya Berxwedana Netewî ya Îranê bû ku nawenda wê li Parîsê ye.

Parve bike: