TR KU AR
FB X IG
Kurdistan

10 hezar gestyarên kurd gesta xwe ya bo Derya Res betal kirin!

📅 24 tîrmeh 2019 12:19

PeyamaKurd – Serokê Komeleya Geştyarî û Danasîna Amedê Edip Paçal ragihand ku bi boneya ku kurd li Trabzonê hatine lînckirin, 10 hezar geştyarên kurd geşta xwe ya Derya Reş betal kirine.

'JI BER ÊRIŞA LI TRABZONÊ GEŞTÊN XWE YÊN BO DERYA REŞ BETAL DIKIN'

Serokê Komeleya Geştyarî û Danasîna Amedê (DTTD) Edip Paçal da zanîn ku her heftê ji Amedê û bajarên derdora Amedê bi qasî 200 hezar geştyar diçe Derya Reş lê ji ber bûyerê Trabzonê bi qasî 10 hezar kesên geştên xwe yên bo Derya Reş betal kirin.

'BI HINCETA ALA RENGÎN ÊRIŞÎ GEŞTYARÊN KURD KIRIBÛN, XWESTIBÛN WAN KÎNC BIKIN'

Çend roj berê hejmarên geştyarên Kurdên Başûrê Kurdistanê li Balafirgeha Stenbolê ji aliyê polîsan ve digel lêdanê hatibûn desteserkirin û gelek carên din jî dema welatiyên Kurd tên balafirgehên Tirkiyê rastî mameleyên xirab tên û beleseb tên rawestandin.

Herî dawî, li i devera Uzungol a navçeya Çaykara ya Trabzonê ji herêma Kurdistanê bi qasî 50 kes bo geştê hatin. Yek ji welatiyên Kurd xwestibû bi ala Kurdistanê (Ala Rengîn) wêneyê xwe bigire, lê belê xelkê derdorê bi girseyî êrîşî koma geştyarên Kurd kiribûn.

Parve bike: