Amnestyê li ser xwepêsandanên Îranê daxwaz ji civaka navdewletî kir: Karekî watedar bikin

24 îlon 2022 15:00
Amnestyê li ser xwepêsandanên Îranê daxwaz ji civaka navdewletî kir: Karekî watedar bikin

PeyamaKurd – Rêxistina Lêborînê ya Navdewletî Amnesty International, li ser bêdengkirina xwepêşandanên Îranê daxwaz ji civaka navdewletî kir da ku "karekî watedar" bikin.

Amnesty Internationalê da zanîn, nerazîbûnên piştî kuştina Jîna Emînî têne nîşandan, ku radeya hêrsa welatiyan li hember hîcaba bi zorê û kuştinê nîşan dide, ji aliyê hêzên ewlehiya Îranê ve gelek bi tundî tê bersivdan.

Herwiha Amnesty Internationalê daxwaza hewleke navdewletî ji bo rêlibergirtina li xwînrijandina zêdetir ji aliyê hêzên ewlehiya Îranê ve dike.

Di berdewamiyê de rêxistinê li gor belgeyên xwe eşkere kiriye, di nava du şevên borî de (21-22yê Îlonê) li 20 bajar û 10 parêzgehan, hêzên ewlehiyê teqeyên rasterast li xwepêşanderan kirine û di encamê de "herî kêm 30 kesan ku ji wan 4 kes zarok bûn, can dane."