Amnestyê ji bo betalkirina îdama Heyder Qurbanî bang li Îranê kir
PeyamaKurd - Rêxistina Efûyê ya Navdewletî (Amnesty International) li ser hikmê darvekirina girtiyê siyasî yê Kurd Heyder Qurbanî bang li berpirsên Îranê kir ku yekser wî hikmî hilweşînin.
Amnestyê proseya dadgehkirina Heyder Qurbanî wek nedadperwerî binav kir û xwest, careke din li dadgeheke dadperwer bê dadgehkirin.
Di banga Amnesty de hat gotin, “Heyder Qurbanî qet nebûye çekdar û divê biryara îdamkirina wî bê hilweşandin.”
Heyder Qurbanîyê 47 salî ji bajarê Kamêran yê parêzgeha Sine ya Rojhilatê Kurdistanê ye. Qurbanî di payîza sala 2016an de bi tohmeta peywendiya wî bi kuştina sê endamên Kurd ên Supaya Pasdaran li navçeya Kamêran ji aliyê Pêşmergeyên Hizba Demokrat ve hatiye zîndanîkirin.
Hefteya borî jî Şerare Sadiqî ya hevjîna Heyder Qurbanî vîdeoyek belav kir ku tê de dibêje, hevjînê wê di bin îşkenceya herî dijwar a laş û derûnî de maye û daxwaz ji civaka navdewletî kir ku ji bo rawestandina wî hkmî hevkar bin.
Dadgeha Bajarê Sine Çileya 2020ê bi tohmeta rahiştina çekê li dijî Komara Îslamî ya Îranê hikmê darvekirinê li ser Heyder Qurbanî sepandiye û Dîwana Bilind a Welat jî 6ê Îlona 2020êan ew hikm pesend kiriye.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin