Amnestyê banga lêkolîneke serbixwe ji bo êrîsên jehrîkirina keçan kir

19 nîsan 2023 21:00
Amnestyê banga lêkolîneke serbixwe ji bo êrîsên jehrîkirina keçan kir

PeyamaKurd – Li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê, êrîşên bi madeyên kîmyayî yên ser xwendekarên keç bênavber berdewam dikin.

 Herî dawî li bajarê Urmiyê yê Rojhilatê Kurdistanê, li du dibistanên keçan yên bi navên “Nesîrî û Ebûzer” êrîşên kîmyayî hatin kirin û zêdetirî 30 xwendekarên keç rakirin nexweşxaneyan. Li gorî şahidan bi gazeke kîmyayî êrîş hatiye kirin û xwendekar pê jehrî bûne bo nexweşxaneyan hatine veguhestin.

Doh jî li dibistanên keçan ên Tehran, Kerec, Ehwaz, Kirmaşan û hin bajarên êrîşên kîmyayî ji aliyê dest kesên girêdayî rejîma Îranê ve hatibûn kirin.

Rêxistina Efûyê ya Navnetewî (Amnesty International) derbarê bi gazên kîmyayî jehrîkirina keçan de, daxuyaniyek belav kir û daxwaza lêkolîneke serbixwe kir. Herwiha Amnestyê hişyarî da ku gef li ser canê bi milyonan keçên Îranê heye.

Hêjayî bibîrxistinê ye, êrîşên jehrîkirinê yên ser xwendekarên keç ji dema protestoyên li ser kuştina Jîna Emînî ve, ango ji meha Îlona 2022yan ve dewam dikin.