Amerîkayê, ligel 2 welatan peyama hisyariyê da Koreya Bakur
PeyamaKurd- Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê Wezareta Berevaniya Amerîkayê ve hat ragihandin, Amerîka Japonya û Koreya Başûr, li dijî Koreya Bakur dest bi tetbîqatê kiriye û hat ragihandin ku ev tetbîqat peyameke hişyariyê ye.
Di daxuyaniya ku ji aliyê Berdevkê Wezareta Berevaniya Amerîkayê Patrick Ryder ve hat dayîn de hat ragihandin ku piştî Japonyayê ceribandina moşeka balîstîk a Koreya Bakur şermezar kiriye, Amerîkayê jî ji bo bersivdayîna vê cerebeyê, ligel Japonya û Koreya Başûr li herêmê tetbîqatên cuda kirine.
Ryder bi rêya daxuyaniyê got, “Amerîka van çalakiyan şermezar dike û bang li Koreya Bakur dike ku xwe ji van çalakiyên xwe yên bêaramkirin û dijyasayî dûr bike.”
Berdevk Ryder di dawiya daxuyaniyê de da zanîn ku ev tetbîqat ne ji bo xwenîşandanê tên kirin, ji bo bê zanîn ku Amerîka li cem Japonya û Koreya Başûr cih digire û ew li hember her gefekê, bi hev re tevdigerin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin