Amerîkayê, li ser hewilên siyasî, Nêçîrvan Barzanî pîroz kir

02 hezîran 2022 17:37
Amerîkayê, li ser hewilên siyasî, Nêçîrvan Barzanî pîroz kir

PeyamaKurd-Ji aliyê rayedarên Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ve daxuyaniyek hat dayîn û li ser hewilên Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ku di navbera aliyên siyasî de bang û daxwaza “diyalog û asayîbûn”ê kiribû, pîrozbahî hat kirin.

Ji Berdevkiya Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê hat ragihandin ku “Ew hêvî dikin Hikûmeta Nû, li ser nîşaneya daxwazên xelkê be û rêveberî li ser pirsgirêkên ewlehî û aboriyê bixebite.” Di derbarê helwesta Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya daxwaza diyalog û asayîbûnê ya navbera aliyên siyasî de jî hat gotin ku “Em menmûn in ku bi hikûmeteke ku serweriya Iraqê û berjewendiyên Gelê Iraqê di navenda rojeva xwe de dihêlin re bixebitin. Em rêberên Iraqî, yên ku di pêşvebirina vê pêvajoyê de hewil didin, pîroz dikin.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, di 22yê Gulanê de li Silêmaniyê di navbera rêberên partiyên siyasî yên YNK, Goran, Yekgirtû û Komalê de hevdîtin kiribûn. Barzanî piştî hevdîtinan dabû zanîn ku Gelê Iraqê, ji nakokiyên navbera partiyên siyasî, zerareke mezin dibîne; ji ber vê yekê jî divê aliyên siyasî ji bo lihevkirinê, pêvajoyê nerm bikin.

Di 25ê Gulanê de jî rêveberên Polîtburoyên YNK û PDKê, li Hewlêrê ligel Nêçîrvan Barzanî û Hevserokê YNKê Bafil Talebanî civiyabûn. Piştî civînê jî hatibû destnîşankirin ku ji bo asayîbûn û diyalogê, hawireke guncav pêk hatiye û wekî prensîp, dê xebatên hevpar ên bi hev re werin domandin.