Amerîkayê li hember hilwesandina Parlamenteriya Gergerlîoglu bertek nîsan da
PeyamaKurd – Wezareta Karûbarên Derve ya Amerîka, bi daxuyaniyekê rexne li Tirkiyê girt û da zanîn, Tirkiyê azadiya raderbirîn û demokrasiyê sînordar dike.
Wezareta Karûbarên Derve ya Amerîka diyar kir: ‘‘Ew bûyerên li Parlemana Tirkiyê dişopînin, di nav de gavên jêstandina bawerî û parêzbendiya Parlemanter Omer Farûq Gergerlîoglu.’’
Wezaretê herwiha qala çavdêriya karên girtina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) dikin.
Berdevkê Wezareta Karûbarên Derve ya Amerîkayê Ned Price di daxuyaniyê de eşkere kir û got, ew biryarek e ku dê îradeya dengderên Tirkiyê asteng bike û ziyanê bigihîne demokrasiyê li Tirkiyê. Dê bi milyonan dengder ji mafê hilbijartina nûnerên xwe bêpar bike.
Wezareta Karûbarên Derve ya Amerîka, daxwaz ji Tirkiyê dike ku rêzê li Azadiya Raderbirînê bigre ku di destûra Tirkiyê de hatiye gerentîkirin.
Hêjayî bibîrxistinê ye, do li Parlamentoya Tirkiyê, Parlamenteriya Parlamenterê HDPê yê Kocaeliyê Omer Faruk Gergerlîoglu hatibû hilweşandin.
Herwiha do Serdozgeriya Giştî ya Tirkiyê, bi daxwaza girtina HDPê doz li Dadgeha Bilind vekiribû.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin