Amerîkayê li dijî Îranê kestiyeke ser û patriotek sand Rojhilata Navîn
PeyamaKurd - Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê (Pentagon) piştî ragêşiya bi Îranê re ragihand ku keştiyeke şer a ‘USS Arlington’ û bataryayek patriotan şandiye Rojhilata Navîn.
Pentagonê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku armanca şandina wê keştiyê, ji bo rêgirtina li her operasoneke Îranî li ser hêzên Amerîka li navçê bibe. Pentagon bi hemû şiyanên xwe çavdêriya tevgera artêşa Îranê û hêzên li navçê yên nêzîkî Tehranê dike:
“Wezîrê Berevaniyê Patrick Shanahan li ser daxwaza Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê (Pentagon) biryara şandina yekîneyeke leşkerî û keştiya şerî USS Arlington (LPD-24) û bateryayeke Patriotan êrê kiriye.”
Aloziyên di navbera Amerîka û Îranê de niha gurtir bûne, bi taybet ku Amerîka di Mijdara 2018an de qonaxa duyem a sizayan li ser Îranê sepand û ji bo 6 mehan rê da 8 welatan petrola Îranê bikirin. Ew heyama 6 mehan jî, ji destpêka vê mehê ve bidawî bû.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin