Amerîkayê ji bo bihêzkirina baskê rojhilat ê NATOyê 6 balafirên pêsketî sandin Almanyayê

29 adar 2022 00:00
Amerîkayê ji bo bihêzkirina baskê rojhilat ê NATOyê 6 balafirên pêsketî sandin Almanyayê

PeyamaKurd – Berdevkê Wezareta Berevaniya Amerîkayê (Pentagon) John Kirby, ji rojnamevanan re ragihand ku Amerîkayê ji bo bihêzkirina baskê rojhilat ê NATOyê 6 balafirên şer ên cûreya EA-18G Growler şand Almanyayê.

Kirby da zanîn ku ew balafir ji bo nîşandana hêzê li herêmê hatine şandin ku ew balafir xwedî şiyana rêgiriya şerê elektronî ne.

Herwiha Kirby diyar kir ku wê ji bo wan balafiran jî 250 leşkerên amerîkî yên tîmên kontolkirinê bêne şandin.