Amerîkayê êrîsî hêzên Esed û milîsên Îranê kir

25 berfanbar 2018 15:51
Amerîkayê êrîsî hêzên Esed û milîsên Îranê kir

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku topxaneya hêzên Amerîkayê ya li baregeha El Tanf a Sûriyê,  hêzên rejîma Sûriyê û milîsên Îranê daye ber moşekan.

Li gor zanyariyên çavkaniyên herêmî, hêzên Amerîkî yên li El Tanfê, hêzên nêzîkî baregehê yên artêşa Sûriyê û milîsên Îranê bi moşekan topbaran kir.

Baladi Newsê veguhest ku hêzên Amerîkayê 4 moşek avêtin ser mewzîyên hêzên artêşa Sûriyê û milîsên Îranê yên herêma El Zerkeyê.

Derbarê ziyanên êrîşê de agahî nehatin parvekirin. Hat diyarkirin ku beriya niha bi çend rojan hevpeymanên Rûsya û Îranê hêzek şandine herêma El Zerkeyê.

 Herwiha hat ragihandin ku sewqîyata leşkerî ya Rûsya-Îranê piştî biryara vekişîna Amerîkayê ji Sûriyê bi çend saetan dest pê kiriye.