Amerîkayê êrîsên Îranê sermezar kirin
PeyamaKurd – Amerîkayê li ser êrîşên moşekî yên îro ji aliyê Îranê ve hatin kirin bertek nîşan da û êrîş şermezar kirin.
Li gor Berdevkê Herêmî yê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Samuel Werberg di derbarê êrîşên îro yên ser baregehên Partiya Demorkata Kurdistana Îranê (PDKÎ) li navîçeya Koyê û baregeha Komeleya Zehmetkêşan a Kurdistanê li gundê Zirguwêzê de diyar kiriye: “Amerîka bi tundî êrîşên bi vî awayî şermezar dike.”
Îranê îro baregehên Partiya Demorkata Kurdistana Îranê (PDKÎ) li navçeya Koyê ya Hewlêrê û herwiha baregeha Komeleya Zehmetkêşan a Kurdistanê li gundê Zirguwêzê yê Silêmaniyê bi moşek û dronan kirin armanc.
Li gor Wezîrê Tendirustiyê yê Herêma Kurdistanê daye zanîn, di êrîşa ser Koyê de kesekî can daye û 8 kes birîndar bûne, lê di derbarê zerarên êrîşa li ser baregeha Komeleya Zehmetkêşan de hîn tu zanyarî nehatine bidestxistin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin