Amerîkayê êrîsa îro ya Îranê li ser Herêma Kurdistanê sermezar kir
PeyamaKurd – Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîka li Rojhilata Navîn, bi daxuyaniyekê êrîşa îro ya Îranê li ser Herêma Kurdistanê şermezar kir.
Li gor Fermandarê Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîka li Rojhilata Navîn General Michael Eric Kerala bi tweetekê diyar kir: “Em êrîşa îro danê sibê ya Îranê ya bi moşek û dronan li ser Herêma Kurdistanê şermezar dikin.”
Di berdewamiyê de General Michael Eric Kerala, êrişên Îranê bi neyasayî bi nav kir û da zanîn, ev êrîş jiyana welatiyên Iraqê dixe metirsiyê û serweriya Iraqê binpê dike.
Herwiha dstnîşan kir: “Êrîşên bi vî rengî aramiya Iraq û Rojhilata Navîn dixe metirsiyê.”
Îro berbanga 21ê Mijdara 2022an Kelha Demokrat li Koye, baregehên Komeleya Zehmetkêşan li Banegewr û Zirgiwêzê û kampên Kurdên Rojhilatê Kurdistanê bajarokê Behrikê yê li parêzgeha Hewlêrê hatin bombebarankirin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin