Amerîkayê bi mosekan, Hesdî Sebî hedef girt!

19 hezîran 2018 15:31
Amerîkayê bi mosekan, Hesdî Sebî hedef girt!

PeyamaKurd- Amerîkayê li ser tixûbê Iraq û Sûriyê bi balafirên şêrr êrîşeke giran biribû ser çekdarên Heşdî Şebiyê. Piştî wê re Amerîkayê eşkere kir ku bi moşekan jî 22 milîsên Heşdî Şebiyê kuştine. Heşdî Şebiya li Iraqê jî Amerîka tawanbar kir ku 22 milîsên wan kuştine.

Ji bo êrîşa li dijî Heşdî Şebiyê ku tê de 22 çekdarên wan hatibûne kuştin, Heşdî Şebiyê ji Amerîkayê daxuyaniyek xwest.

Heşdî Şebiyê di derbarê bûyerê de daxuyaniyek da û got ku Amerîkayê êrîşên hewayî birine ser Yekîneyên me yên 45 û 46an û bombebaraneke giran li ser wan kirine. Di van êrîşên Amerîkayê de 22 milîsên me hatine kuştin û 12 jî birîndar bûne.