Amerîkayê besek din a derziya Korona ji Herêma Kurdistanê û Iraqê re sand
PeyamaKurd – Amerîkayê beşek din a derziya Pfizer ji Iraq û Herêma Kurdistanê re şand.
Wezareta Tenduristiya Iraqê, îro 20.11.2021ê bi daxuyaniyekê diyar kir: Beşeke din ên derziya Pfîzer di çarçoveya hevkariyên covax (bernameya ji bo derziya Koronayê bi awayê dadperwerî li cîhanê) de gihîştiye balefirgeha Bexdayê.
Wezareta Tenduristiya Iraqê diyar kir: ‘‘Hejmara derziya heta niha gihîştiye Iraqê milyonek û 239 hezar û 30 doz e.’’
Li gor daxuyaniya şîrketa giştî ya bazarkirina derman û pêdiviyên bijîşkî ya ser bi Wezareta Tenduristiyê, ew beşa nû ya derziya Pfizer li gor hejmara rûniştvanan li ser parêzgeh û Herêma Kurdistanê wê bê dabeşkirin.
Projeya covax ji aliyê Netewên Yekbûyî ve serpereştiya wê tê kirin û taybetî ji bo gîhandina derziya Koronayê li welatên hejar ên cîhanê.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin